Li Diyarbekir:Vê derê Tirkiye ye bi akilbin…!
Îro li Diyarbekirê êrîşê peyamnêrê Rudawê kirin. Dema peyamnêrê Rudawê li Diyarbekir di derbarê serdana serokê partriya DEVA Ali Babacan dixwest nûçeyekî ragihîne, ji bo axavtina Kurdî kesekî êrîşê Maşallah Dekak kir û got: Vêderê komara Tirkiye ye bi akilbin.
Gelek kesên li wê derê civiyan bertek nîşana kesên êrîşkar kirin. Hem Sendika Rojnemevanên Tirkiye û hem jî sendika rojnemevanên herêmê li ser êrîşa li dijê Tim a Rudawê daxûyanî dan û ev êrîşa qirêj şermezar kirin. Piştre Maşallah Dekak li gel serokê DEVA yê Ali Babacan axivî û hinek pirs jê kirin. Babacan li ser bûyerê, xemginiya xwe da nîşandan û êrîş şermezar kir.
Polisan kesê êrîşkar girtin. Di rastiya xwe de ev bûyer li bajarekî yê Tirkiye rûdabûya belkî gelek ne xerîb bûya. Lê li Diyarbekirê, rûdana bûyerek bi vî awayî gelekî balkêşe. Nabe mirov bi tenê bêje “provakasyon
“e û derbas bike. Mixabin ev yek biçekî jî ji rewşa civakî ya Diyarbekirê ve jî girêdayiye. Heta radeyekî mirov dikare bêje mixabin alozbûna hestên netewî ve jî girêdayiye. Di nava komek insan de kesek heqaretê li zimanê Kurdî dike û êrîşê dibe ser peyamnêrê televizyonekî kurdî ku kurdî weşanê dike, berteka xelkê ku li wê derê kombûyin, ne gelekî awayê pêwistbû.