CivakRojev

Li Diyarbekirê mitînga ‘Rêzgirtina Qur’anê’ hat lidarxistin

Li Diyarbekirê Weqfa Evîndarên Pêxember, bi temaya “Hurmeta Qur’anê” mîtîngek li lidarxistin.

Serok û parlementerên HUDA-PARê jî tevlî mitingê bûn.

Serokê Weqfê Adnan Akgonul di mîtîngê de axivî û diyar kir ku divê hin gavên berbiçav bên avêtin û sivikatiya li himber Qurana pîroz şermezar kir, Akgonil got: “Ev çend sal in li welatên Ewropayê, bi taybetî li Swêd û Danîmarkayê, dijminên Îslamê hene. Bi awayekî sîstematîk rêya xwe ber bi pirtûka pîroz a misilmanan Qur’anê ve birin, êrîşên hovane dikin.”

Akgonûl diyar kir ku divê Tirkiye endamtiya Swêdê ya NATO’yê qebûl neke û got, “Divê hemû partiyên siyasî yên li Meclisa Tirkiyeyê bi dengên li dijî vê yekê bertekên xwe nîşan bidin.”

Back to top button