Civak
Li Diyarbekirê ji bo muxtariyê şerê çekdarî: Kuştiyek û 11 birîndar
Li Navçeya Sûra Diyarbekirê di encama şerê ku di dema dengdayînê de derket de kesek mir û 11 kes jî birîndar bûn.
Di dema hilbijartinaMuxtariya Amedê de dengê çekan hat. Li Taxekî navçeya Navend a Sûrê di navbera du koman de nîqaş derket.
Nîqaş zû veguherî pevçûna çekan. Du aliyan bi kevir, dar û çekan êrîşî hev kirin. Li gorî agahiyên destpêkê di şer de kesekî jiyana xwe ji dest da û 11 kes jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên li bajêr.