CivakRojev

Li Diyarbekirê di şerê dozaşerê ku 9 kes hatîn kuştin de hejmara girtiyan derket 14 kesan

15’ê Hezîranê navçeya Bismilê navbera du malbatan de ji bo kêşeya zeviyan şer derketîbû, ji herdu malbatan 9 kes hatibûn kuştin.

Di şer de ji malbata Taş, Orhan Taş, Serhat Taş, Halîl Taş û Mehmet Can Taş û ji malbata Alyamaç jî, Mehmet Emîn Alyamaç, Selîm Alyamaç, Muhammed Alyamaç, Yunus Alyamaç û Omer Alyamaç hatibûn kuştin. Di şer de birîndar jî ji herdu aliyan çêbûbûn.

Têkildarî bûyerê 3 dozger ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bismilê ve hatibûn tayînkirin. Di lêpirsînê de 13 gumanbar, di 22yê hezîranê de 6 û di 25ê hezîranê de jî 7 gumanbar hatin girtin.

Di çerçoveya lêpirsîna ku berdewam dike de Z.T. hat girtin. Bi vî awayî hejmara kesên ku di çarçoveya lêpirsînê de hatin girtinn derket 14an

Back to top button