Cîhan
Li Diyarbekir teqîn qurbanî hene
Vê sibehê di demjimêr heştan de li Diyarbekirê li Baxlera nêzikî avahiya polisa teqinek mezin çêbû.Teqîn bi otomobilek bombekirî hate pêkanîn. Li gora nûçeyên tên di teqînê de heta niha keseki jiyana xwe ji dest daye û nêzikî 100 kes jî birîndarin.Avahiya polisa di nava taxeki de ye û derdora wê jî xaniyên xelkê sivîle. Tê gotin ku piraniya birîndara kesen sivîlin.Ji berî demekî bir biryara dadgehê qedexekirn a weşana nûçeyan di derbarê bûyerê de hate dayîn. Tenê berpirsên fermi dikarin daxûyaniya bidin.