Li Dîlokû nevbera du malbatûn ku dijminatî di nav wan de hebû, şer derket û di encam de 3 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn. Tîmên tevgera taybet ên ku hatin herêmê gule berdan hewayê û şer qediya û ji bo kesên ku di bûyerê de cih girtin dest bi xebatê kirin.
Bûyer di demjimêrên sibê de rûda. Hat îdiakirin ku nîqaşa ku di navbera malbatên ku berê dijminatî kiribûn de dest pê kir, di demeke kin de veguherî şerê çekdarî. Di şer de guleyên çek û tivingên ku ji aliyê kesên nenas ve hatin avêtin, li Îzzet Karakoç (40), Salman Çevîk (32) û Şahîn Erşen (23) ketin.
Karakoç, Çevîk û Erşen li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan, 2 kesên navên wannehatîye zanîn jî birîndar bûn. Di dema ku tîmên tevgera taybet û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin, tîmên ji bo şer bişkînin gule berdan hewayê.