Civak

Li Dihokê 36.384 xaniyên nîştecîhbûnê hatine avakirin

Serokê Beşa Aborî ya zanîngeha Dihokê ji bo çareserkirina kêşeya nîştecîhbûna li Kurdistanê pêwîste salane Hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo her parêzgehek yek milyar dolar ji bo dirustkirina projeyên nîştecîhbûnê terxan bike.

Giraniya nirx û xerapiya kalîte û paşketina projeyên nîştecîhbûnê, gileyî û gazindeya hemwelatiyên Dihokê li pişt xwe da anî, wekî ku hemwelatî didin zanîn li dema temam kirina projeyan kesek çavdêriya belênder(mutahit)an nake bi dehan kêmasî ve têne temam kirin, ku ew jî xizmeta me ya kirêçiyan nake. Serokê Beşa Aboriya Zanîngeha Dihokê dibêje, dirustkirina projeyên nîştecîhbûnê nebûye sedemek ji bo çareser kirina kêşeya nîştecîhbûnê, belkû ji bo merama bazirganîkirinê têne dirust kirin, nekariye kêşeya nîştecîhbûnê li Kurdistanê çareser bike û belku zêde kiriye.‌ 

Nazmî Azad hemwelatiyekî Dihokê dibêje 60 hezar dolar min ji xizm û kesukarên xwe qerz kiriye, heta ku min karî xaniyeke ji wan projeyên nîştecîhbûnê li Dihokê bikirim, niha ji ber xerapiya kalîte kêmasiyên xaniya min heye û hinek cîhan kaşî û seramikên wê şikestiye, bi giştî awayeke xerap hatine dirust kirin, ji bo wê yekê dibêje pêwîste pereyeke zêde ji bo wan kêmasiyan xerc bikim ku heta bikarim li nav wê xaniyê de bihewim. Li gel wê yekê tu cîheke wiha ji bo keskatî li nav wan projeyan de nehatiye kirin, rêya wê jî ne wekî pêwîste.‌ 

Felah Hacî Heso Berpirsê Ragihandina Birêveberiya Veberhênanê Dihokê dibêje tu zanyariyeke baş nîne ku bizanîn çend hejar û kirênişîn ji wan projeyên nîştecîhbûnê sûdmendbûne, lê belê li sînorê Dihokê moleta 40 projeyên nîştecîhbûnê hatiye dayîn û heta niha jî li Dihokê 36.384 xanî hatine avakirin.

Back to top button