Civak
Li çiyayê Garê lingê xwe ji destda
Îro 29.04.2020 welatiyeke ji qeza Amêdiyê ji bo çinîn û anîna giyayên biharê diçê çiyayê Garê û li wir pêl mîn û mayînek dike û encama teqîna wê mînê de lingeke xwe ji destda.
Li çendîn deverên çiyayî yên Kurdistanê gelek mîn û teqemenî hatine çandin, beşek ji wan di dema şerê Iraq û Îran û beşeke din di dema şerê rejîma Sedam û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û beşek jî, ji aliyê PKK ve hatine çandin û encama wan de kesên sîvîl û welatî û gundiyên deverê dibin qurbanî û birîndar dibin û beşeke jî canê xwe ji dest didin.