Polîtîk
Li Çewlikê mayîn teqiya: 10 polîs mirin

Li bajarê Çewlikê, li navçeya Kanîreşê (Karliova) li dijî polîsan mayîna ku berê li ser rê hatiye bicihkirin, dema wesaîta veguhestinê a polîsan derbas dibe, mayîn diteqe. Li gorî agahiyên ewil, di encama teqîna mayînê de 10 polîsa jiyana xwe ji dest daye. Di heman teqînê de 10 polîs jî birîndar bûne. Polîsên birîndar rakirine nexweşxana dewletê a Çewlikê û xistine bin dermankirinê.
Di derbarê vê bûyerê de agahiyên vê zêdetir hîn nehatine ragihandin.