CivakRojev

Li Çemçemalê baregeheke PKKê hat bombebarankirin

Firokeyên Tirkiye gundê Seydanî Jêr yê ser bi navçeya Çemçemal a li sînorê Silêmaniyê mûşekbaran kir, ku baregeha PKKê lê ye û di encamê de du kes birîndar bûn.

Berdevkê Rêveberiya Giştî yê Tendirustiya Çemçemalê Şerîf Rehîm ji Kurdistan24ê re ragihand; du birîndar anîne navenda nexweşxaneya Çemçemalê ku yek ji wan jineke 24 salî û yê din jî mêrekî 35 salî ye.

Şerîf Rehîm eşkere kir ku niha her du birîndar tên tedawîkirin, lê dibe ku ji ber giraniya birînê, zilam bo nexweşxaneya Silêmaniyê were veguhestin.

Back to top button