Em Kurd ji hev re xurt in. Em karin li ser mirîşkek yan parçeyek zevî û erd bi dehan kes ji hev bikujin. Ji ber ku ruh û hişmendîya netewî bi me re xurt nebûye û ne meyiyaye, em kerbê dijminên xwe di serê hev re derdixin, ji xelkê re dost û ji hev re neyar in.
Li Bismil aa Amedê ji ber nakokîya erd û zevîyê di navbera du malbatan de şer derket û di encama şer de ji herdu alîyan 9 kes hatin kujtin. Ji wan 4 kes xwişk û bra ne.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin, bûyer li gundê Serçelerê yê Bismilê qewimîye. Nîqaşa ku di navbera her du malbatan de ji ber nakokiya erd dest pê kir veguherî şer û pevçûn girantir bû. Hat diyarkirin ku di şerê ku çek jî hatine bikaranîn de 4 jê bira 9 kesan jiyana xwe ji dest dane û tedawîya 2 birîndaran jî didome.