Civak

Li Bakur şer û operasyon berdewame

Li Bakurê Kurdistanê di navbera hêzên çekdarên dewletê û PKKê de şer berdewame. Şerek bê wate tê kirin û ji herdu aliyên qurbanî çêdibin.Ji aliyek din jiyana xelkê li herêmê nexweş dibe û ji sedema şer gelek herêm bi rojan wek herêmên qedexekirî têne ragihandin,  ev yek jî di van mehên Biharê de dibe sedemek taybet ku  xelkê li gunda niştecîne nikarin karê xwe yê rojane bikin.Li gor medya Tirkî di hefteya dawî de , encama şer û operasyona de 45 çekdarên PKKê 5 çekdarên dewletê jiyana xwe ji dest dane.Herweha li  Şirnex  devera sinorê Kurdistana Başûr di nava herdu aliyan de şer berdewame û heta niha du kes ji hêzên çekdarên Tirk jiyana xwe ji dest dane. Encama vî şerî bi zelalî nayê zanîn.

Back to top button