Li Bakur pitikên sala nû
Bi destpêka sala 2013an de, sê pitik li sê herêmên Bakûrê Kurdistanê rojbaşî dan jiyanê.
PITIK: 1
01/ 01/ 2013, saet 00.00, li bajarê Semsûrê pitikekî lawîn li Zanîngeha Semsûrê beşa Lêkolînê hate dinyayê û navê Ebdurehman lê hate dayîn.
PITIK: 2
01/ 01/ 2013, saet 00.59: Li bajarê Herana Berhîm Pêxemberî pitikeke keçik bi giraniya 3 kêlû û 100 gramî li nexweşxaneya Zayînê hate dinyayê û navê wê danîn Berat.
Hêjaye bê gotin ku li vê nexweşxaneyê di sala 2012an de 23.893 pitik hatine dinyayê.
PITIK: 3
01/ 01/ 2013, pitika sêyemîn jî li bajarê Erzeromê li Nexweşxaneya Nene Xatûnê bi giraniya 2 kîlo û 558 gram hatiye dinyayê. Ev pitik bi navê Mehmûd Umîd hatiye binavkirin.
Em wek Rojeva Kurd ji hersê pitikan re saxî, silametî û temenekî dirêj dixwazin, herweha em dê û bavê wan jî pîroz dikin û dibêjin: ZÊDAHIYÊN WE BI DÊ Û BAV MEZIN BIBIN.