Polîtîk
Li Bakur berfê rê girtin
Di meha Nîsanê de ku germî hatiye, li devera Qersê li Bakurê Kurdistanê berf barî û gelek rêyên vê deverê ji berfê hatin girtin û wesiteyên rêwiyan di rê de man.Bi barandina berfê rêya navbera Qers û navçeya Digorê de hate girtin. Gelek wesite di rêde man asê . Bi alîkariya dezgehên pakijkirina rêyan hatin xilas kirin.Di vê demê salê de kesek ne hêviya barandina berfê bû. Vê yekê zîyanek mezin da darên fêkiyan jî.