CîhanRojev

Li Amerîkayê konferansek derbarê Kurdan de; Nêçîrvan Barzanî gotara serekî dixwîne

Bi destpêşxeriya Rêxistina Dadperwerî bo Kurd, dê roja Sêşemê konferanseke navdewletî derbarê rewşa Kurdan û alîkarî û piştgiriya navdewletî bo Kurdan de, li New York û Zanîngeha Yale ya Amerîkayê bê lidarxistin û Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî dê gotara serekî ya konferansê pêşkêş bike.

Li Amerîkayê gelek caran desthilata kompanya û dewlemendan ji hikûmetê zêdetire. Hinek berpirs ku di desthilatê de namînin, hegemoniya wan a siyasî û aborî zêdetir dibe. Piştî şerê DAIŞê û zêdebûna hişyarî û hevsoziya bo Kurd, hejmareke zêde ji wî xelkê xwedan hêz û desthilat dipirsin, gelo em çawa alîkarî bidin Kurdan?

Jibo bersivdana vê pirsê, Rêxistina Dadperwerî bo Kurd li New York û Zanîngeha Yale ya Amerîkayê ku sê serok û bi sedan wezîrên Amerîkayê li vê zanîngehê xwandine, konferansekê saz dikin û hejmarek kesayetên diyar ên Amerîka, Ewropa û Herêma Kurdistanê li hev dicivîne.

Konferans di jê navnîşana “Kurd li Rojhilatê Navîn” tê lidarxistin û Rêxistina Dadperwerî bo Kurd dibêje, li hev civandina wan kesan jibo gotûbêjkirina pêşeroja Kurd û egerên zêdetir bihêzkirina pêgeha Herêma Kurdistanê ye.

Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê dê gotara serekî ya konferansê bixwîne ku dê bi rêya virtual û internetê dibe.

Bernard Henry Levy, fîlosofê mezin ê Fransî û Serokê Rêxistina Dadperweriya bo Kurd li Amerîkayê dibêje, “zana, stratejîst û kesên jeopolîtîk, berpirsên bilind ên leşkerî yên Amerîkayê yên berê, rêvebirên navendên nêrîn û bûçûnan (think tank) û rojnamevanê navdar û ast bilind dê guh bidin gotara Serokê Herêma Kurdistanê û kesên amade dibin pir giring in.”

Beşdariya wan kesan di konferansê de di demekê de ye, ku piraniya berpirsên ast bilind ên îdareya nû ya Amerîkayê weke hevsoz û piştevanê Kurd tên dîtin.

Tevî ku heta niha di asta fermî de ne Joe Biden û ne îdareya wî siyaseteke taybet li hember Kurdan nîne û tenê di çarçoveya Iraq û Sûriyê û berjewendiyên xwe li navçeyê serederiyê li gel Kurdan dikin.

Seth J. Frantzman, şirovekarê dezgeha Jerusalem Post a Îsraîlî ji Rûdawê re ragihand: “Weke ku piraniya me dizanin, amerîkî ji hemû binkeyên serbazî yên li Iraqê vekişiyan, tenê li Herêma Kurdistanê nebe. Raste ku tîma Wezareta Derve ya Amerîkayê herdem tund in li beramber Kurdên Iraqê û dixwazin beşek bin ji iraqa bihêz û yekgirtî, lê bibîne di heman demê de heman tîm konsulxaneyeke mezin li Hewlêrê ava dike û cihê piyên xwe li wê derê qahîm dikin.”

Bi nêrîna wî şirovekarî, amerîkiyan li Iraqê ti bijardeyeke wan a din tune ye û ew nikarin binkeya serbazî li Besrayê ava bikin, “lewma ji ber wê wiha binirxîne, eger amerîkî li Iraqê bimînin, divê her li Hewlêrê bin.”

Li aliyekê din, metirsiya vekişîna tevahiya hêzên Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê yek ji mijarên serekî yên konferansa roja Sêşemiyê ye.

Frantzman dibêhe, ew wiha bawer dike ku “ev îdare ku Brett McGurk têde ye, gelek dudil dibe bo vekişîna ji Sûriyê, çimku tîma Trump her dixwestin ji Sûriyê vekişin û wiha didîtin ku rola Kurdan li Sûriyê xirab e û wiha jî nebû. Hêvîdarim ku ji Sûriyê venekişin.”

Konferansa “Kurd li Rojhilatê Navîn” ji çar beşan pêk tê û Tora Medyayî ya Rûdawê weke tekane hevbeşê medyayî ya vê konferansa navdewletî, dê rûmala tevahiya gotûbêj û hûrgiliyên wê bike.

Mecid Nizamedîn Gilî (Rûdaw)

Back to top button