Li Amedê ezmûnên gotûbêj û çareseriyê tên parvekirin
Li Amedê Ezmûnên Gotûbêj û Çareseriyê Tên Parvekirin
Osman Baydemir ku di Konferansa Gotûbêj û Çareseriyê ya Navneteweyî de axivî got: “Pirsa kurd pirseke nezanîn û nenasînê ye”. Leyla Zana jî di axaftina xwe de got: “Gelê kurd naxwaze bibe mîna agirê kayê, ji bo aştiyê bi biryar û îsrar e.” Yuksel Genç jî got: “Pirsa kurd êdî ne ya Tirkiyeyê bi tenê, lê ya hemû Rojhilata Navîn e.”
Konferansa Gotûbêj û Çareseriyê ya Navneteweyî ku ji aliyê Kongreya Civakî ya Demokratîk (DTK) ve hatiye organîzekirin û ji aliyê rêveberiyên herêmî, rêxistinên karsazan û baroya Amedê ve tê destekkirin, li Salona Resepsiyonê ya Sumerparkê dest pê kir.
Ji Başûrê Efrîkayê ku êşên mezin kişand û piştre birînên xwe kewand heya welatê Baskê, Îrlandayê, Swêdê, Almanyayê, Îngilistanê siyasetmedar, akademîsyen, aktîvîstên aştiyê beşdarê konferansê bûn. Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir jî, axaftina vekirinê ya konfransê kir û silav li mêvanan kir. Her wiha li akademîsyen, huqûqnas, siyasetmedar, rojnamevan, nivîskar, aktîvîstên mafên mirovan ku ji bo çareseriya pirsgirêkên lareşî bûyî yên Tirkiyeyê hewl didin û beşdarê konferansê bûne jî silav kir û got: “Ez ji ber vê malovaniyê şanaz û serbilind im.”
Baydemir diyar kir ku dê bi kesên ji deverên cuda yên cîhanê ku bi heman pirsgirêkan re rû bi rû mane, car caran xitimîne, bêhêvî bûne, lê di dawî de bi gotûbêjan û rêbazên aştiyane bi pêş ketine re du rojan azmûnên wan gohdar bikin û got: “Trajediya Başûrê Efrîkayê ku yek ji rûpela herî bi êş a mirovahiyê ye û ji aliyê rejîmeke nîjadperest ve hat pêkanîn, çewa çareser bû, dema di vê rêyê de têkoşîn hatin dayîn, bi astengiyên çewa re rû bi rû mane, rêbazeke çewa hilbijartine, em dê li hemuyan gohdar bikin, biaxivin. Dîsa li Îspanyayê, li Îngilistanê pêşketin çewa bûne, em ê azmûnên li van deran hatine bidestxistin, bi baldariyeke mezin gohdar bikin, biaxivin. Bê guman ku em dizanin her cografyayek xwedî taybetmendiyek taybet û xweser e û ji lewre jî em dizanin ku em dê nikaribin van ezmûnan û serpêhatiyan yek bi yek ji wan bigirin û pêk bînin, ev ne li gor rastiyan e. Lê ez bawer im ku parvekirina van ezmûnan di pêvajoya avakirina stratejiya çareseriyê de dê me gelek dewlemend bike. Ji xwe mirovahî jî bi berhevkirin, dewrkirin û parvekirina van ezmûnan bi pêş neket gelo?
Baydemir silav ji Hevserokê KCD’yê Hatîp Dîcle, şaredar û siyasetmedarên kurd ên di zîndanê de ne re jî silav şand û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Li Tirkiyeyê çi bê axaftin, rojev çi dibe bila bibe, mijara bingehîn a ku her tişt tê û lê dieliqe, pirsgirêka kurd e. Çavkaniya bingehîn a bêkarî, Ergenekon, desteserkirin, pîlanên derbeyê Balyoz û krîza navbera hukûmet û darazê jî neavakirina aştiya navxweyî ya li welêt e.
Baydemir got: “Pirsa kurd, pirsa nezanîn û nenasînê ye” û wiha berdewam kir: “Li gel ku kuird bi tirkî hîn dibin, tirk ji kurdî û çanda kurdî bê hay in. Naxwazin bibînin ku çewa hevnîjadên wan li Bulgarîstanê hene, her wiha yên kurdan jî li Îraq, Îran û Sûriyê hene. Li gel ku ev 30 sal in şerekî germ heye, di medyaya Tirkiyeyê de, hejmara rojnamevanên ku derbarê vê mijarê de dixebitin, pir hindik e. Ji bilî rêxistinên ewlekariyê, hukûmet bi xwe jî di nav de, hema bêje tu saziyek ku bi pirsa kurd re eleqedar dibe nîne. Sînorên vê nezanîn û nenasînê mixabin ku ji aliyê polîtîkayên ku ev 80 sal in Tirkiyeyê bi rê ve dibin ve hatiye xêzkirin û ez di wê baweriyê de me ku sedema sereke ya ku rê li ber çareseriya pirsa kurd digire jî, ev polîtîka ne.”
Baydemir diyar kir ku aştî ne tenê rawestandina çekan e, lê rawestandina çekan jî, ji bo aştiyê şert e.
Baydemir di dawiya axaftina xwe de ji rêveberiyên herêmî, baro, Borsaya Bazirganiyê, Odeya Bazirganiyê, Gunsiadê, Disiadê û her kesê ku keda wê tevlî vê xebatê bûye re sipasî kir.
Genç: Çawaniya pirsa kurd guherî
Hevseroka KCD’ê Yuksel Genç jî di axaftina vekirinê de diyar kir ku piştî rûxandina rejîma Saddam pirsa kurd ji aliyê çawaniyê naveroka pirsa kurd guheriye û ji pirsgirêka îzolekirî ya Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriyeyê derketiye. Genç wiha axivî: ”Pirsa kurd êdî ne tenê pirsa Tirkiyeyê, lê pirsa hemû Rojhilata Navîn e. Ev pirs, ji ber hebûna leşkerî ya Amerîkayê ya li Îraqê, DYA’yê, NATO’yê, ji ber berendametiya Tirkiyeyê jî Yekîtiya Ewropayê (YE) eleqeder dike. Tu kesek nikare bi serê xwe pirsa kurd çareser bike. Ev pirs, li ser bingeha vîna azad a gelê kurd, bi tevlîbûna hemû hêzên demokratîk ên navneteweyî dikare çareser bibe.”
Zana: Şer, bêyî ku kuştin bibin jî dikare bê çareserkirin
Parlamentera berê ya DEP’ê Leyla Zana jî di axaftina xwe de Başûrê Efrîkayê bi bîr anî û got: “Şer, bêyî bikujin û bên kuştin jî dikare çareser bibe. Heya mirovahî hebe, dê pirsgirêk û lihevnekirin jî hebin. Pirsgirêk rêbazên çareseriyê ne. Yên ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan di rêbazên dijberî û pevçûnî de îsrarê kirine, mîna agirê kayê gur bûne û zû vemirîne. Hûn îroj dibînin ku gelê kurd naxwaze bibe mîna agirê kayê û ji bo aştiyê bi biryar û îsrar e.”
Zana ji beşdarên konferansê jî daxwaz kir ku pişt bidine aştiyek mayînde û adil.
Axaftinên di konferansê de hatin kirin sîmultan ji bo kurdî, tirkî, îngilizî û îspanyolê hatin wergerandin û konferans ji ser satalîtê zindî hat weşandin.
Li gel Hevserokên BDP’ê Selahattîn Demirtaş, Gultan Kişanak, Hevserokên DTP’ê yên berê Ahmet Turk û Aysel Tugluk, Parlamenterên Stenbolê Sebahat Tuncer û Ufuk Uras, Prof. Norman Paech, Prof. Buşra Ersanli, Prof. Dogu Ergîl, Prof. Dr. Mîthat Sancar, Doç. Dr. Fîkret Başkaya, Dr. Fuat Dundar, Alîgirê berê yê Musteşarê MÎT’ê Cevat Oneş, Parlamenterên Îngilistanê Lord Raymond Hylton, Cîgirê berê yê Sekreterê Neteweyên Yekbûyî (NY) Hans-C. Von Sponeck, Serokê Partiya Neteweyî ya Galler Dafydd Iwan, Berdevkê Têkiliyên Derve yê Partiya Aralar a Baskê Jon Abril, Ji Başûrê Efrîkayê Nûnerê ANC’ê Endamê Lijneya Rêveber a Makezagonê Hassen Ebrahim û rojnamevan, nivîskar Cengiz Çandar, siyasetmedar, akademîsyen, dîplomat, nivîskar û rojnamevan, bi giştî 120 kes beşdarê konferansê bûn.
(Amîda Kurd)