Li Amedê bîranîna Komkujiya Kurda`Anfal`
Li Diyarbekirê komek endamên Tevgera Ciwanên Kurdistanê qada nawendî ya bajêr de gihan hev û anfalkirina Kurdan bi bîranîn.
Li ser Anfalê û birîn di netewê kurd de vekirîn axavtin hatin kirin.
Tevgerê da xuyakirin ku heta kurd wek netewe bindest bin her demî dikarin bibin qurbanî û komkujiyên din çêbibin.
Demana parastina miletê kurd Kurdistana serbixwe ye.
Daxuyaniya Tevgerê:
Endamên Tevgera Ciwanên Kurdistanê , ji ber Pirtûkxane ya Aramê heta dawiya Koşûyolû bi dirûjmeyan “ Bijî Pêşmerge Bijî Gerîlla “ , “ Bijî Dewletbûna Kurdistan “ , “ Slav be Şehîdan , Serkeftin bo Kurdistan “ , “Bijî Serxwebûna Kurdistan “, “ Bijî Kurdistan” , “TC ya Dagirker ji Kurdistanê Bicehim” , “ Pêşmerge Dimeşe Erd û Ezman Diheje “ qirîyan.
Daxuyanî bi rêzgirtin ji bo di serî de Şehîdên Enfalê û hemû şehîdên Kurdistanê destpêkir.
Piştî daxuyaniyê Ciwanên Kurdistanê xwestin dîsa bi Alayên Rengîn heta avahiya komeleyê bimeşin lê polîsên dagirkeran pirsgirêk derxistin. Xwestin ku ciwanên Kurdistanê Alayan dêynin û bi hev re nemeşin. Lê li hember hemû astengiyên wan, endamên Tevgerê Alayên Kurdistanê daneynîn û bi hevra heta avahiyê meşiyan. Li ser vê yekê polîsan him bi wesayetên leşkerî û him jî bi awayeke peyatî li piş koma ciwanan heta komeleyê teqîp kirin.
Tevgera Ciwanên Kurdistanê