Hilbijartinên bajarvaniyan li herêmên Bakûrê Rine li Almanya birêvediçê û hejmarek welatiyên Kurd ku wekî penaber rû li wî welatî kiribûn û têda nîştecihbûbûn, niha li bajarên cûda cûda xwe berbijêr kirine û li vê hilbijartinê da beşdarin û dixwazin dengên pêwîst bi dest ve bînin.
Rodî yek ji sê berbijêrên lîsta Grûpa Kurdî ya ji bo hilbijartinên bajarvaniya li Herêma Wesfalene, her ji niha ve amadekariyên xwe dike û behsa plana xwe dike.
Rikeberiyekî tund li navbera 24 lîsteyan de ji bo bidestxistina 17 kursiyan heye. Cara yekeme jî li hilbijartinan da Kurd lîsteke taybet bi xwe dibe.