Polîtîk

Li Agiriyê dengvêderiya Nûbihar a Ehmedê Xanî

Roja 13yê Hezîrana vê mehê bajarê Agiriyê ponijdariya xwe bi mazûrvantiyeke geşdar veguhazt.

Panel li ser berhemên Ehmedê Xanî hate kirin. Ji hezar kesî zêdetir ku piraniya wan ciwan bûn, bi coş û xiroş li panelîstan guhdarî kirin. Prof. Dr. Qedrî Yildirim, Zeynelabidin Zinar, Xalid Sadînî û Tehsîn Doskî her yekê li ser babetê ku berê hatiye amadekirin peyivîn. Lê belê Zinar zêdetir li ser xebata xwe ya li ser berhemên Xanî rawestiya.

Li dawiyê her yek ji temaşevanan hejmarek Nûbihara Ehmedê Xanî û yek jî Eqîdeya Îman û ya Îslamê bo xwe wergirtin.

Li gor agahdariyên ku gehane Rojeva Kurd, li ser daxwaza Komeleya Agiriyê nivîskar û lêkolîner Zeynelabidin Zinar ku Nûbihara Xanî û Eqîdeya wî hêj di 1985an de li Stockholmê veguhaztibûne tîpên Latênî, wek diyarî dane Komeleya Agiriyê. Komelê jî ew berhem bi alîkariya Wezareta Çandî, ji her yekê 2.000 nusxe çap kirine. Ev çap sêyemîn car in ku çap bûne. Komeleyê van pirtûkan wek diyarî li xelkê bajêr belav kiriye.

Piştî ku panel bi coşeke mezin geha dawiyê, îcar dest bi dana xelatan hate kirin. Serokê Rojnamevanên Civata Mezopotamyayê Cemil Aydoxan jî xelata Zeynelabidin Zinarî bi destên xwe dayê.

Piştî belavkirina berhemên Xanî li xelkê, îcar bi sedan ciwan pirtûkên xwe bi Zeynelabidin Zinarî dane îmzekirin.

Em bi hêvî ne ku hertim panelên wisa yên rengîn û xemrevîn li hemû bajarên Kurdistanê bêtin amadekirin.

Rojeva Kurd
 

Back to top button