Polîtîk
Li 3 şeredariya qayum hate tayîn kirin
Şeradarên Sêrtê, Kurtelan ( Misric) û Baykan (Hawêl)ê ji aliyê wezereta navxwe ve ji kar hatin dûrxistin û dewsa wan da qayum tayin kirin.
Şeredara Sêrtê Berîvan Helen Işik, şeredarê Hawêlê Ramazan Sarsilmaz û şeredarê Misricê Baran Akgul ji wezîfeyê hatin dûrxistin û qeyûm li şûna wan hate bicihkirin. Hersê şeredar ji HDPê hatibûn hilbijartin. Îro sere sibehê polisan dora hersê şeredariya girt û nehişt kesek bikeve di nava avahiyan de.
Li Şaredariya Sêrtê walî Alî Fûat Atîk, li Şaredariya Hawêlê qeymeqam Mehmet Tûnç û li Şaredariya Misricê jî qeymeqam Îhsan Emre Aydin weke qeyûm hatin tayin kirin.