Polîtîk

Leyla Zana: Me Kurdayetiya xwe ji hest û tekoşîna M.Mistefa Barzanî naskiriye

Piştî demek dirêj Leyla Zana li Amedê derket qada Cejna Newrozê û li ser dikê qîriya.

Parlamentera berê ya DEPê Leyla Zana, li Amedê beşdarî pîrozbahiya Cejna Newrozê bû. Zana ya ku bi kincên xwe yên herêmî derket ser dikê bi Kurdî bang li temaşevanan kir.

Zana bal kişan ser wê yekê û got:“ Me Kurdayetiya xwe ji hest û tekoşîna M.Mistefa Barzanî naskiriye“.

‘Emê vîna xwe ji bo xwe bi kar bînin’

Zana ji bo Kurdên ku dengên xwe didin AK Partî û CHPê bi awayekî eşkere got: “Hilbijartin nêzîk dibe. Em ne tenê şaredar hildibijêrin. CHP, AK Partî û MHP dibêjin, Kurd ji tiştên ku em bi Kurdan dikin razî ne û îradeya xwe bi me re parve dikin. Em dibêjin ‘na’, ji niha û pê ve emê vîna xwe ji bo xwe bikar bînin”.

Back to top button