Civak

Leyla Zana beşdarî Cejna Newrozê bû

Leyla Zana, ku ev demek dirêj e derneketibû kolanan, cil û bergên xwe li xwe kir û beşdarî Newroza Amedê bû.

Leyla Zana, ya ku di sala 2015an de ji ber sonda ku di meclîsê de xwaribû  û piştî zirt û zextên ku Ocalan li Îmraliyê lê kiribûn, xwe ji siyasetê dûr xist û demek dirêj li mala xwe rûnişt. Zana, bi beşdariya Cejna Newrozê cara yekem dadikeve qadê.

Leyla Zana tevî Hevserokê Giştî yê DEMê Tuncer Bakirhan beşdarî pîrozbahiya li Cejna Newrozê ya Amedê bû.

Zana cil û bergên gelêrî, kiras û fîstanên Kurdî li xwe kir. Tuncer Bakirhan bi şal û şapik beşdarî Cejna Newrozê bû.

Balkêş e ?
Close
Back to top button