Levy: Weku Filistiniyan mafê Kurdan jî yê serxwebûnê heye
Gideon Levy Rojnamevanê navdarê Israîlî li hevpeyvîneke xwe de dibêje; eger derfeteke min çêbibe ezê ji Erdogan re bibêjim, berî ku tu xwe bigihînî Filistiniyan ji bo çi tu ji Kurdan destpênakî? ji ber ku mînakên gelek nêzîkî hevdûne. Li gor min hindî Filistîniyan mafê Kurdan jî yê dewleteke serbixwe heye.
Gideon Levy nivîskarê rojnameya Haaretz ku rojnamevaneke bi rexnegir navûdenge, di derbarê bûyerên Tirkiyê û destkeft û kêmasiyên wê de bîr û ramana xwe aniye zimane.
Levy di derbarê siyaseta Tirkiyê de dibêje, her çende ez hez ji Islamiyan nakim, lê belê dema ji derve temaşe dikim heman demî de dibînim ku Erdogan welatê xwe pêşxist. Her wiha birastî jî ez hez ji helwesta wî ya di derbarê Israilê jî dikim. Em têkoşîna wî ya di derbarê Filistinê jî dizanîn. Lê belê eger derfeteke min çêbibe ezê jê re bibêjim, berî ku tu xwe bigihînî Filistiniyan ji bo çi tu ji Kurdan destpênakî? ji ber ku mînakên gelek nêzîkî hevdûne. Li gor min hindî Filistîniyan mafê Kurdan jî yê dewleteke serbixwe heye.