Lêvy: Bila Tirkiye ji NATO derêxin
Vê dema pêwendiyên Amerika û Tirkiye ber bi xirabiyê ve diçe, rojnama Wall Street Journal , nivîsek ya rewşenbîr û bîrewerê Fransî Bernard-Henri Lévy belav kir. Ev nivîs behsa pêwendiyên li gel Tirkiye û behsa rewşa Tirkiye dike.Lêvî dibêje ku, Yek dibêje “ ji berî her tiştekî Amerika“ û yê din jî dibêje “Tirkiyek Nû“ ev herdu wek hevin, Trump û Erdogan wek weneyê li ser pereyekî ne, yek vî alî yek din jî aliyê dine. Nivîskar dide xûyakirin ku dê demek nêzik ev herdu jî li hevbikin. Di heman nivîsê de Lêvy dibêje, dive Tirkiye ji NATOyê bê derxistin.Lêvy nivîsa xwe de dibêje ku, Tirkiye ji Amerikayê Fethullah Gulen dixwaze û Amerika jî keşe Brunson ji Tirkiye dixwaze. Herdu welatan li himber hevûdin hinek hinek sizayan bi kar tînin.Niha şerek mezin di navbera serokê Amerika û Tirkiye de destpêkiriye, ev herdu jî endamê NATO yê ne.Herdu serok jî li welatên xwe popûlîzme dikin. Ev herdu serok jî demek nêzik dikarin werin bahev û hertiştekî wek berê lê bikin.Erdogan hewldide ku welatê xwe ji krîza darayî xilas bike û ji bo vê jî li rêyên çareseriyê digere.Lêvy dibêje: Ji aliyek din Demokrasiya welatên Rojava (Ewropî ) hewl didin ku belavbûna îslamiya radikal li Rojhilata Navin bidin sekinandin.Lê Tirkiye leyiztikek du alî dileyze. Sala 2014ê eşkere bû ku hukumeta Tirkiye çek dane El-Qaîde û hêzên îslamiya radikal.Amerika li Suriye hevbendên xwe hiştin tenê û Tirkiye êrîşê Efrinê kir herweha li Mibicê jî li gel Amerikayê li hevhatin.Di vê qonaxê de serokê Tirkiye li gel Rusya û Îranê di derbarê Suriye de hevbendiyek avakir. Welatên ku bûyîn sedema şerê Suriye niha çareseriyê digerin.Ev yek welêye ku, wek mirov tif bike rûyê hukuka navdewletî.Di dawiya nivîsa xwe de Bernard-Henri Lévy dibêje: Ji berî demek kurt , Ewropiya minaqeşe dikiran ku, ka Tirkiye bêxin Yekitiya Ewropayê de yan na. Niha dema wê yekê hatiye ku, Ewropa ne tenê daxwaz bike ku kesek bê azad kirin, dive daxwaz bike ku, Tirkiye ji NATO yê bê derxistin.