Serokwezîrê Polonyayê Mateusz Morawiecki diyar kir ku piştî serhildana rojekê ya li Rûsyayê, çeteyên koma Wagner ên ku çûne Belarûsê, nêzî sînorê Polonyayê bûne. Morawiecki got, “Niha rewş hîn xeternaktir dibe. Ev bê guman gavek e ber bi hêrîşên hîbrîd ên li ser axa Polonyayê.”
Serokwezîrê Polonyayê Mateusz Morawiecki diyar kir ku 100 leşkerên artêşa çeteyên Wagner ên ku piştî ku hewl da li Rûsyayê serî hilde bi peymanekê çûbû Belarusê, nêzî sînorê Polonyayê bûn. Morawiecki got, “Niha rewş hîn xeternaktir dibe. Ev bê guman gavek e ber bi hêrîşên hîbrîd ên li ser axa Polonyayê.”
Serokwezîr Morawiecki diyar kir ku zêdetirî 100 çeteyên Wagner ber bi herêma Kaliningrad a Rûsyayê ya ku li peravên Behra Baltîkê di navbera Lîtvanya û Polonyayê de ye bi pêş ve diçin. “Niha rewş hîn xeternaktir dibe.” Morawiecki got, “Ev bê guman gavek e ber bi hêrîşên hîbrîd ên li ser axa Polonyayê.”
Wezîrê Karên Hundir ê Polonya Mariusz Kaminski jî duh ragihandibû ku eger “bûyerên cidî yên Wagner biqewimin”, Polonya, Lîtvanya û Letonya dikarin bi hev re sînorên xwe ji Belarûsê re bigirin.
Damezrînerê şîrketa ewlekariya taybet a Rûsî Wagner Yevgeniy Prigojin, di meha Hezîranê de bi şervanên bi xwe re li dijî rêveberiya Rûsyayê serhildaneke çekdarî da destpêkirin. Serhildan bi destwerdana Serokê Belarûsê Aleksander Lûkaşenko qediya. Lûkaşenkoyê ku pêşniyar kir ku Wagner piştî ku Prigojin çû Belarusê li welêt bi cih bibe, destnîşan kir ku artêşa Belarûs dikare ji ezmûna şervanên Wagner sûd werbigire. Damezrînerê Wagner, Prigojin, di 19ê Tîrmehê de ragihandibû ku çeteyên wî gihîştine axa Belarusê.
Prigojin, ku soz dabû, ku artêşa Belarusê bibe “artêşa duyemîn a cîhanê” diyar kir ku ger hewce bike ew ê li cem wan bisekinin. Berpirsê Komîteya Ewlekariya Neteweyî ya Polonya Zbigniew Hoffmann di 21ê Tîrmehê de daxuyaniyek da û got ku Wezareta Parastinê ya ku gefên hebûna Wagner nirxand, biryar da ku leşkeran veguhezîne sînorê Belarusê.