Civak

Lavîna 14 salî jî revandin

Li bajarê Helebê taxa Şêx Meqsûdê keçeke 14 salî ji bo leşkeriyê ji aliyê çekdarên PKK.PYDê ve ji bo leşkeriyê hate revandin.

Hat zanîn ku,li taxa Kurda Şêx Meqsûdê beriya 20 rojan zaroka bi navê Lavîn Mehmûd Menla Osman a 14 salî ji bo leşkeriyê hatiye bi zorê hatiye birin. Mirovên Lavînê ji bo zaroka xwe vegerînin serdana hemû aliyên peywendîdar kirine lê heta niha ti encam wernegirtine.

Lavîn Mehmûd Menla

Tevî hemû hewldanan jî birina zarokan ji bo leşkeriyê li Rojavayê Kurdistanê û deverên di bin Rêveberiya Xweser de berdewam e.Çeteyên çekdarên PYDê bi navê”Ciwanên Şoreşger” mal ê mal digerin zaroka bi darê zorê direvînin û dibin leşkeriya icbarî.

Mirovên wê dibêjin Lavîn dema diçe dibistana xwe li ser rê hatiye girtin û birin.

Back to top button