Lahor Şex Cengî kandîdatê serokatiya YNKê ye
Mekteba Siyasî ya YNKê ji bo li darxistina kongreya xwe civiya
Di derbarê kongreya YNKê de gelek minaqeşe hene û pirsên cuda têne gotubêj kirin. Lê hêja ne kifşe ku ka gelo dê ev kongre bi yekitiya YNKê dawî were , yan dê YNK parçe bibe û rewşek cuda derkeve hole.Heta niha jî nayê zanîn ka gelo dê konre dema ku hatî kifşkirin de pêktê yan dê çêkirina kongreyê wek gelek caran paş ve bê xistin.
Gelek senaryo têne kiset kirin. Çavkaniyek nêzikî Lahor Şêx Cengî ji Draw medyayê re dide xûyakirin ku, dê Cengî ji bo serokê YNKê bibe kandîdat. Heta niha tu kandîdat nehatine eşkerekirin, lê Lahor di civînê de xwe ji cihê kesê yekem yê YNKê kiriye kandîdat.
Herweha li gora rewşa siyasî li Iraqê û rûdanên kû dibin YNK dikare kongreya xwe paş ve jî bide. Lê heta niha jî di derbarê paşxistina kongreyê de tu biryar nehatine girtin û li gora rewşa niha dê kongre di dema hatî kifşkirin de çêbibe.
Lê di aliyê teknikî de dema mirov berê xwe didêyê;
Heta niha hêja kongreyêm navçeyan ji bo destnîşankirina endamên kongre nehatine kirin.
Hêja ji bo peyrew, bername û hunandina rêxistinê û postên ku bêne tesbît kirin tu li hevhatin pêknehatiye.
Heta niha ji bo porpagandeya Kongreya YNK tu amadekariyek nehatiye kirin û şîarên sereke nehatine tesbît kirin.