Civak

Kurt banga hilbijartina dersên Kurdî dike

 Endamê Komiteya Rêveberiya Navendî ya AK Partiyê Abdurahhman Kurt li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bang li malbatên Kurd kir ku dersên bijarte yên Kurdî bo zarokên xwe yên li dibistanan hilbijêrin.

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê proseya hilbijartina dersên bijarte yên Kurdî li dibistanên seretayî û navendî destpêkirine. Ji bo balkişandina li ser hilbijartina dersên Kurdî di nav zarokên Kurd û malbatên wan de ev demeke kampanya hatine destpêkirin û beşek ji rêxistinên civaka sivîl, sazî, kesayet û siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê peyaman belav dikin.

Abdurahhman Kurt jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û daxwaz ji malbatên zarokên Kurd ên li dibistanan kir ku bo zarokên xwe dersên Kurdî yên bi zaravayên Zazakî û Kurmancî hilbijêrin.

Abdurahman Kurt peyama xwe zaravayê Zazakî û zimanê Tirkî belavkiriye û dibêje “Hetanî 20ê aşme mekteban de seba domananê (tutanê) xo dersanê zazakî yan zî kurmancî weçînê. Wayîrê ziwanê xo vejîn.”

Balkêş e ?
Close
Back to top button