CîhanCivak

Kurdistanê xemgîniya xwe ji bo Amerika ragihand

Serokatiya Kurdistanê û hukumeta Kurdistanê bûyera li Amerika bajarê Las Vegasê şermezar kirin û du peyaman çirîkatiya xema gelê Amerîka kirin.Serokatiya Kurdistanê di peyama xwe de dibêje:Roja dûşem 02.10.2017 li encama destirêjiya gulle ya li ser welatiyên li bajarê Las Vegas a Amerîka de bi dehan welatî bûne qurbanî û bi sedan kesên din jî birîndar bûn.Em gelek bi tundî wê kirdara kirêt û xwînbar şermezar dikin û bi navê Serokatiya Herêma Kurdistanê û gelê Kurdistanê hevxemiya xwe ji bo gel û Hikûmeta Amerîkayê radigihînîn, û serxweşiyê jî li kesûkarên qurbaniyan dikin, ruhê wan şad be û hêviya başbûnê ji bo birîndarên wê bûyera xemgîn dixwazin.”Payama hukumeta Kurdistanê:“Em bi tundî wê tawankariya dirindane şermezar dikin, ku îro duşemî konsêreteke hunerî li bajarê Las Vegas a Amerîkayê kire armanc û di encama destdirêjiya gulle de, zêdetir ji 50 welatiyan canê xwe ji dest dan û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.”Li Las Vegas kesekî bi çekan gulê li ahanegek ya muzikê barandin û di encam de 59 kesî jiyana xwe ji dest da û zêdeyî 500 kes jî birîndar bûn.  

Back to top button