Polîtîk

Kurdistanê helwesta xwe li hember xwepêşandanan zelal kir

Umêd Sebah berdefkê serokatiya herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî helwestê herêma Kurdistanê li hember xwepêşandanên wîlayetên Suneyan li Îraqê  diyar kir. Swroktiya herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de dibêje ku, Îraq di kirîzeke kûr de derbas dibe. 

Herokatiya herêma Kurdistanê piştgiriya xwe xwe bo daxwazên xwepêşandanan diyar dike û dibêje:Em piştgiriyê li daxwazên adil yên û destûrîyên xwepêşandanan dikin.”  

Berdefkê serokatiya herêma Kurdistanê di daxuyaiya xwe de dibêje: ”Çênabe desthilatdarên Bexdayê daxwazên xelkê piştguh bixe.

Ev lijêr teksta daxuyaniya serokatiya herêma Kurdistanê:

Îraq di kirîzeke kûr kûr da derbas dibe. Li gelek wîlayetan cemawer xwepêşandanan dikin û ji desthilata Bexdayê  nerazîne. Em piştgîriyê li daxwaza rewa û desturiyên cemawerê raperî dikin û em daxwaz ji hemû hêzên siyasî û bi taybetî Hevpeymaniya Nîştimanî (kutleya Nurî Malikî) dikîn lezê li çareseriya sedemên pirsgirêkan bikin ku ev rewşe pêkaniye. Nabe desthilata Bexdayê daxwazên xelkê piştguh bike. 

Pêwîste daxwaz li çarçêweya destûrê da bin û dûrî li eşîretiyê bin. Ji bo çareseriya bingehîna vê rewşê, herêma Kurdistanê ji bo hemû hevkariyek amadeye.

Dr. Umêd Sebah
Peyvdarê fermî yê serokayetiya herêma Kurdistanê
30/12/2012

Back to top button