Polîtîk

Kurdistanê 70 milyon dolar ji bo penaberan xerç kiriye

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, 70 milyon dolar ji budçeya taybetî ji bo 240 hezar penaberên Sûriye li Herêma Kurdistanê xerç kiriye. 

Li beyannameyekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê da ku Dîndar Zêbarî Nûnerê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bû, li civîna Komîsyona Neteweyên Yekgirtî yê karubarê penaberan UNHCR li bajarê Cenev a Swîsre, ji bo lêkolîna li pêvajoya Sûriye bi taybetî rewşa penaberan li welatên cîran û Herêma Kurdistanê de Dîndar Zêbarî got: Daxwaz ji civaka navdewletî dikin hevkariya penaberên Sûrî li Kurdistanê bikin. Rêjeya wan penaberan gihîştiye 240 hezaran û nêzîkî % 97 ê wan li axa Iraqê nîştecîhin.

Her wiha Zêbarî got:  Ji budçeya Herêma Kurdistanê 70 milyon dolar ji bo penaberan hatiye xerç kirin û çendîn wargeh ji bo wan hatine vekirin.

Back to top button