Polîtîk

Kurdistanê 2 keştiyên dinê neftê şand bazarên cîhanê

Aştî Hewramî Wezîrê Samanên Sirûştiyên Hikumeta Herêma Kurdistanê li konferanseke Londonê ragihand Herêma Kurdistanê renge bikarê heta dawiya îsal asta berhemanîna nefta xav bilind bike û rojane 400 hezar bermîl neft berhem bîne.

Aştî Hewramî got: “Heta dawiya mehê bê renge Herêma Kurdistanê bikarê asta berhemanîna neftê heta dû qet û caran bilind bike, an jî herê kêm dikarê rojane 200 hezar bermîlan bilind bike”.

Wezîrê Samanên Sirûştiyên Hikumeta Herêma Kurdistanê li konferansa neft û gaza 2014 ya Iraq li Londonê ragihand, rêjeya şandina nefta Herêma Kurdistanê ji niha de rojane 125 hezar bermîle û heta dawiya salê ew rêje rojane 400 hezar bermîlan bilind dibe.

Aştî Hewramî her wiha eşkere kir ku heta niha dû keştiyên hilgirê nefta Herêma Kurdistanê hatine firoştin û “Li vê heftiyê da dû keştiyên dinê nefta Herêma Kurdistanê ji bendera Ceyhan tê bar kirin dişînin bazarên cîhanê”.

Back to top button