Kurdistana Federe ji Bexda'yê re nameyeke dawîn şand
Berdevkê Serokatiya Rêvebiriya Herêma Kurdistana Federe Umed Sabah, diyar kiriye ku, ji bo ku pêwistiya makezagona Iraqê ji aliyê Hikumeta Navendî a Iraqê ve bê sepandin, şandeyek şandine Bexdayê. Umer Sabah, “ger ku aliyê Şîî, heta dawiya vê salê, li gorî esasên makezagonê tevbigere, li Iraqê qeyrana siyasî wê bi dawî bibe. Ger ku qebûl nekin, êdî biryara xwe em ê bi xwe bigrin.”
Umer Sabah diyar kiriye ku, di encama hevdîtinên di navbera Serokomarê Iraqê Celal Talabanî û Rêvebiriya Herêma Kurdistanê de biryar hatiye girtin ku şandeyek biçe Bexdayê. Wiha dibêje, “Heyeta ku ji hemû partiyên li Kurdistanê pêk tê, di bin serokatiya Dr. Berhem Salih de, li Bexdayê, di serî de serokwezîrê Iraqê Nurî El Malikî, bi aliyê Şîî’yan re jî wê hevdîtinan pêk bîne. Şande, wê nameyeke dawîn a ku daxwaziyên Kurdan têde tên diyarkirin, pêşkêşî hikumetê bike. Sedema qyrana li Iraqê a di navbera Hikumeta Navendî û Rêveberiya Herêma Kurdistanê de, nesepandina makezagonê ye. Li Bexdayê ku kêjan desthilatdar tê, dibêje, ‘ez ê makezagonê bisepînim’ lê nasepînin. Bi makezagonê re girêdayî namînin. Fikra me ev e ku, ger li Iraqê makezagon bê sepandin, li holê qeyran namîne.”
Li gorî ragihandina Berdevkê Serokatiya Rêvebiriya Herêma Kurdistana Federe Umed Sabah, di naveroka nameyê de ev daxwazana hene:
– Bila xala makezagonê a 140 an bê sepandin.
– Bila deverên ku rewşa wan ne diyar e, bêne çareserkirin.
– Bila bê qebûlkirin ku, wek di makezagonê de cîh digre, pêşmerge parçekî artêşa Iraqê ne û li gorî vê tevbigerin.
– Di makezagonê de heye ku, di artêşê de rêjeya Kurdan ji % 20 be, lê niha ji % 8 e. Tê xwestin ku di vê mijarê de jî li ser esasê makezagonê tevbigerin.
– Bila artêşa Iraqê, ku di makezagonê de hatiye diyarkirin ku, bi parlemenê ve girêdayî be. Lê niha Malikî tênê fermandaran tayîn dike. Bila esasê makezagonê bên sepandin.