Polîtîk

Kurdistan weke hevbeşeke stratejîk li Îmaratê dinêre

Bi minasibeta destbikarbûna wî weke konsulê nû yê Îmaratê li herêma Kurdistanê, îro li Bajarê Hewlêrê, Raşid Mensurî serdana civata wezîran kir û ji aliyê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin.

Di civînekê de, serokwezîrê Kurdistanê pîrozbahî li konsulê nû yê Îmaratê kir û hêviya serkeftên jê re xwest. Brzanî di axaftina xwe de sipasiya helwesta hikûmeta Îmaratê kir ku, swîyeya nûneratiya welatê xwe li herêma Kurdistanê bilind kir û tekîd li ser xurtkirina têkeliyên navbera her du aliyan, bi tyabetî yên di warê siyasî, aborî û bazirganî  de, jî kir:

– Herêma Kurdistanê weke hevbeşeke stratejîk li Îmaratên Erebî dinêre û dixwaze têkeliyên digel Îmaratê di hemû waran de berfirehtir bike û ji bo geşkirin û pêşxistina herêma Kurdistanê sud ji şarezayî û tecrûbeya wê werbigire. Li herêma Kurdistanê derfetên karî gelek in û kompniyên Îmaratê dikarin sud ji wan derfetên li herêma Kurdistanê bi awayekî ku, di berjewendiya her du aliyan de bin, werbigire.

Ji aliyê xwe ve Raşîd Mansurî got ku, ew kêfxweşe weke konsulê nû yê Îmaratê li herêma Kurdistanê dest bi karê xwe dike û silavên hikûmeta Îmaratê bi serowezîrê Kurdistanê gihandin. Wî got ku, hikûmeta Îmaratê dixwaze di warên cihê de têkeliyên xwe bi herêma Kurdistanê re bigihîne qonaxeke pêşkeftîtir.

Back to top button