Kurdistan tecrûbeya Tirkiyeyê kopi dike
Li ser biryara civata aboriya herêma Kurdistanê, heyeteke hikûmeta Kurdistanê bi serokatiya wezîrê pîşesazîyê digel her sê waliyên wîlayetên herêma Kurdistanê (Silêmanî, Hewlêr û Duhokê), bi armanca ji nêzîk haydarbûn ji tecrûbeya Tirkiyeyê a di warê avakirina bajarên pêşesazî de, ber bi Tirkiyeyê bi rê ketin.
Hikûmeta herêma Kurdistanê pilankiriye ku, li çend deverên herêma Kurdistanê li her sê wîlayetan çend bajarên pîşesazî (industry) ava bike, zevî û hemû pêdawîstiya berdest bike û şirket û kompaniyên navxwyî û biyanî teşwîq bike ku, sermayeyê xwe li wan bajaêrn industirî birazînin.
Di vê çarçoveyê de li wîlayeta Silêmaniyê, li ser rêya Silêmanî-Erbet rûberê 3 hezar donemên erdî ji bo avakirina bajarekê pîşesazî ketiye di warê piraktîkê de û masterpilan jê re hatiye amade kirin û lo gor pilana hatiye amadekirin dê çend fabrîkeyên senaiî ji aliyê sektora taybet ve bên avakirin.
Heyeta Kurdistanî divê serdana xwe a bo Tirkiyeyê de, dixwazin bajarên pêşesazî yên li Tirkiyeyê hatîne avakirin bi çavên xwe bibînin û wal li Kurdistanê çê bikin.