Polîtîk

Kurdistan rûbirûyê kêşeya kêm avî yê dibe

Neteweyên Yekgirtî di ragihandinekê da hişyarî da, ko li salên 2017 heta 2026 ê Rojhilata Navîn û Iraq û Herêma Kurdistanê dê rûbirûyê kêşeyeka mezin ya kêm ava vexwarinê bibe.

Rêveberiya Ava Hewlêrê jî behsa metirsiya kêmbûna ava vexwarinê li Herêma Kurdistanê dike û dibêje ”Eger gavên rijd û pêdivî negrin ber, Herêma Kurdistanê wê tûşî kêşeyeka mezin ya kêm aviyê bibe”.

Nezîr Es’ed Rêveberê Ava Hewlêrê balê dikşîne li ser wê yekê ku eve çend salin rêjeya baranbarîn li Herêma Kurdistanê kêmkiriye, welatên cîran jî siyaseta girtina rûbarên xwe peyrew dikin, ev yek jî take jêdere da ku bikarin ava vexwarinê ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê dabîn bikin.

Rêxistineke Neteweyên Yekgirtî jî di ragihandinekê da hişyariya hindê da, li salên 2017 heta 2026 Rojhilata Navîn dê rûbirûyê qeyrana kêm ava vexwarinê bibe û Iraq û Herêma Kurdistanê jî bi sedema wê hindê ku plana parastina ava bin erdî nîne, ew jî dê tûşî wê qeyranê bibin.

 

Back to top button