Kurdistan piştgiriyê li vekirina nûneratiya Bosniya dike

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Erdal Terholî wezîrê enerjî û pîşesaziyê yê Bosniya-Hersegovîniya û şandeya pê re kir.
Di civînekê de têkeliyên navbera Bosniya û herêma Kurdistanê hatin nirxandin û her du aliyan berheviya xwe ji bona berevpêşbiriba têkeliyên di warê aborî, bazirganî, turîzim û kulturî de diyar kir.
Di civînê de behsa wê yekê hat kirin ku, gelek tiştên hevbeş di navbera Kurdistan û Bisniyayê de hene û her du welat ji encamê şer û pebçûnan wêran bibûn, lê her du welatan careke din ji nûve xwe ava kir.
Wezîrê Bosniya-Hersegovîniya behsa kompaniyên welatê xwe yên li herêma Kurdistanê, bi taybetî yên li deverên cihê yên Kurdistanê di warê karebê de kar dikin, kir û got ku, welatê wî şarezayîyeke baş di warê elektirîkê de heye û dikar di wî warî de roleke baş li herêma Kurdistanê bilîze û tecrûbeya herêma Kurdistanê zengîn bike.
Serokwezîrê Kurdistanê jî di axaftina xwe de behsa rola kompaniyên Bosniyayê yên li herêma Kurdistanê kar dikin kir û got ku, ew, kompaniyên bosniyayî, bi kalîteyeke gelek baş kar dikin û ev yek jî cîyê dilxweşiya hikûmeta herêma Kurdistanê ye. Hikûmeta herêma Kurdistanê amadeye hevkariyê bi wan re bike û hemû alîkariyan pêşkeşî wan bike.
Serokwezîrê Kurdistanê got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê piştgiriya vekirina nûneratiya hikûmeta Bosniya-Hersegovîniya li herêma Kurdistanê dike.
Têkeliyên herêma Kurdistanê bi welatên cîran re û rewşa û pêşhatên hermî mijarên din yên civîna navebra serokwezîrê Kurdistanê û wezîrê enerjî û pîşezaî yê Bosniya-Hersegovîniyayê bû.