Kurdistan nabê beşek ji şerê tayîfî
Li SelahedînMesûd Barzanî Serokê Kurdistanê pêşwaziya Jan Fransuwa Jîrot Berpirsê Beşa Bakûrê Efrîqa û Rojhilata Navîn ya Wezareta Derveya Fransa û şandekî li gel kir.
Li civînê de Berpirsê Beşa Bakûrê Efrîqa û Rojhilata Navîn ya Wezareta Derveya Fransa spas û xweşhaliya xwe ji bo vê hevdîtinê nîşanda û ji bilî balkişandina li ser qeyrana siyasî û emnî ya vê dawiyê ya Iraqê wê yekê xisterû ku teror û tundrewî metirsiyekî mezine li ser Iraq û navçeyê û hemû cîhanê. Li gel wê yekê jî pêwîste kêşeya emnî û siyasî ji hevdû bêne cûda kirin û heman demî jî daxwaza Sûnne û Da’îş jî ji hevdû bêne cûda kirin. Berpirsê Wezareta Derveya Fransa ragihand ku kêşeyên siyasiyên Iraqê bi vî awayî berdewam bibin ev welat berev hilweşanê diçe. Berpirsê Beşa Bakûrê Efrîqa û Rojhilata Navîn ya Wezareta Derveya Fransa li dirêjahiya axaftina xwe de spasiya Serok Barzanî û hêza Pêşmergeyên Kurdistanê kir ku karîne beşekî mezinê welat ji tehdîda terorîstan biparêze û yarmetiya koçberan û mesîhiyên Iraqê bide.
Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û di derbarê rûdawên vê dawiyê û tehdîda terorîstan Serok Barzanî wê yekê ji bo şanda mîhvanan zelal kir ku berî çend mehan ji wê qeyranê Serok Wezîrê Iraqê agahdar kiribû ku Musil bi rewşeke metirsîdar ve diçe lê belê Serok Wezîrê Iraqê vê hişdariyê piştguh xist û bi ciddî wernegirt.
Serok Barzanî eve jî xiste rû ku berpirsiyariya serekiya vê rewşa emnî û siyasiya niha ku heye dikevê ser şanê desthilatdarên Bexda û tundrew û terorîstan siyaseta şaş ya Hikûmeta Malîkî wekî derfetek dîtin ku li navçeyên Sunne nişîninan cihê piyê xwe bi hêz bikin. Di derbarê siyaseta giştî ya Herêma Kurdistanê beranber rewşa niha ya Iraqê Serok Barzanî ragihand ku Herêma Kurdistanê bi hemû şiyanek ve parêzgeriyê li sînorên xwe û hemwelatiyan dike û li hember hemû cûre destdirêjiyekî terorîstan radiweste.
Serokê Kurdistanê û Jan Fransuwa Jîrot
Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku Kurdistan nabê beşek ji şerê tayîfî ya Iraqê û çareseriya bingehîna giriftan tenê li rêya kirdarên serbazî ve nayê kirin belku divê di destpêkê de li ruyê siyasî ve guhertin li proseyê de rû bide. Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku gelê Kurdistanê ne neçare êdî çarenûsa xwe bide destê rewşeke nediyar û baca şaşiyên xelkekî din bide û ewê niha li Iraqê da rûdaye Kurdistan jê ne berpirse belku encama siyaseta şaş û şerê tayîfî bûye.
Her wiha li vê civînê de her dû alî li ser ewe hevrebûn ku bi sedema lezbûna rûdawan û bi navê peydakirina çareseriyan li peywendî û şêwirîna berdewam da dibin.