Rêveberê Giştî yê Gumrika Herêma Kurdistanê Samal Ebdurehman ji Rûdawê re ragihand: “Heta niha Bexda bi fermî û bi nivîskî ji me daxwaz nekiriye ku em çawa deriyên sînorî birêve bibin, lê heta niha jî em beşek in ji Iraqê.” Samal Ebdurehman herwiha rexne li helwesta bexdayê girt û got: “Em bi awayekî aşkere nizanin Bexda çi dixwaze.”Salek berê Encumena Nûnerên Iraqê “yasaya deriyên sînorî” pesend kir, lê hikûmeta Iraqê bi wê yasayê kar nake û gefê dixwe ku divê deriyên sînorî radestî hikûmeta navendî bikin.Li gor madeya 110 a destûra Iraqê, dariştina siyaseta darayî û deriyên sînorî, di desthilata hikûmeta federalî de ye, ji ber vê yekê Endamê Lijneya Darayî û Karûbarên Aboriyê yê li Parlementoya Kurdistanê Dilşad Şeiban dibêje: “Herêma Kurdistanê yasayeke taybet ji bo gumrikê dernexist.”Dilşad Şeiban diyar dike, ku beriya niha deriyên sînorî bi hemahengiyê dihate birêvebirin, lê ji sala 2013an ve, hikûmeta Iraqê karmendên xwe ji deriyên sînorî vekişandine û got: “Heta sala 2013an jî Bexda bi awayekî berdewam bi rêya şandina heyeteke taybet ve, hesaba dahata gumrik û xalên sînorî yên Herêma Kurdistanê dikir û ji para %17ê budceyê dihesiband. Ev jî berdewam bû heta ku di sala 2014an de budce hate qutkirin.”Yasaya hejmara 30 ya sala 2016an a desteya deriyên sînorî yên Iraqê ku ji aliyê Parlementoya Iraqê ve hatiye pesendkirin û roja 10ê Cotmeha 2016an di Rojnameya Weqayihî ya Iraqê de hatiye belavkirin, ji aliyê hikûmeta Iraqê ve nehatiye cîbicîkirin ku li gor yasayê, Desteya Deriyên Sînorî ji nûnerên parêzgehên xwediyê deriyên sînorî û nûnertiya 10 wezaret û dezgehên pêwedîdar pêk tê û bi serokwezîriyê ve girêdayî ye.Endamê Lijneya Yasayî yê li Parlementoya Iraqê Zana Rûstayî ji Rûdawê re ragihand: “Heta niha ew yasa ji aliyê Bexdayê ve nehatiye cîbicîkirin ku me hemû fraksiyonên Kurdistanê deng da. Li gor yasayê %50ê dahata her deriyekî sînorî, ji bo wê parêzgehê ye ku derî lê ye. %50ê din jî, dikeve nav budceya giştî ya Iraqê. Herwiha di yasayê de amaje bi wê yekê hatiye kirin ku fermanberên deriyên sînorî dê ji xelkê wê herêmê bin, lê weke pasaport û regezname ser bi Bexdayê bin.”Zana Rûstayî herwiha aşkere kir: “Li gor destûrê, deriyên sînorî divê di bin kontrola hikûmeta federalî de bin, Herêma Kurdistanê jî dixwaze weke berê be, ev jî di vê qonaxê de pêk nayê. Bexda di dema derbasbûyî de vîze û rêdanên ku Herêma Kurdistanê dane nas nedikir, herwiha vîzeyeke taybet a Herêma Kurdistanê hebû ku li deverên din ên Iraqê nedihate bikaranîn.”Çendîn deriyên sînorî yên fermî û navdewletî yên Başûrê Kurdistanê li gel welatên cîran hene ku 4 sînorên navdewletî dibîne. Li gel 4 deriyên sînorî yên din ku hemû pêwîstiyên sînorekî navdewletî têde hene, lê belê ji aliyê Bexdayê ve weke navdewletî nehatine kirin.Li Herêma Kurdistanê sê deriyên sînorî yên navdewletî li gel Îranê hene, ew jî; Başmax, Perwîzxan û Hacî Omeran. Herwiha çend deriyên sînorî yên din jî hene ku tenê bi mebesta bazirganiyê têne bikaranîn, ew jî; Gêlê, Seyranben, Tewêle û Sertek in.Piştî referanduma 25ê Îlonê, hikûmeta Îranê li ser daxwaza hikûmeta Iraqê deriyên sînorî girtin. Lê piştî bûyerên 16ê Cotmehê ku roleke mezin a Supaya Pasdaran a Îranê têde hebû, deriyê sînorî yê Başmax hate vekirin.Rayedarên Îranê soz dane ku ew du deriyên din jî dê werin vekirin, li gor gotina Berpirsê Ofîsa Serokomariya Îranê Mehmûd Waizî, hikûmeta Îranê biryara vekirina deriyên sînorî yên Hacî Omeran û Perwîzxan pesend kiriye, lê heta niha derî nehatine vekirin.Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê Nazim Debax li ser vekirina wan du deriyan ji Rûdawê re ragihand: “Vekirina wan du deriyên sînorî bi rêkevtina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê ve girêdayî ye.”Deriyê sînorî yê sereke yê Herêma Kurdistanê li gel welatên cîran, deriyê Îbrahîm Xelîl e. Her çi qas ji ber referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê, Tirkiye çend car gefa girtinê xwar, lê ne tenê derî negirt, herwiha daxwaza hikûmeta Iraqê ya li ser girtina deriyê sînorî jî heta niha cîbicî nekir.Deriyê sînorî yê herî stratejîk a Herêma Kurdistanê li gel derve, deriyê Pêşxabûr e. Ew derî ji bilî Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi hev ve girê dide, di heman demê de herdû boriyên petrola Kurdistanê û boriya petrolê ya Kerkûk – Ceyhanê di wir re derbas dibe û di siberojê de jî veguhestina gaza Kurdistanê dê di wî derî re derbas bibe. Lewma çavê hikûmeta Iraqê li ser wî deriyî ye, çimku eger wî deriyê sînorî bi dest bixe, dê bibe hevsînorê Tirkiyê û pêwîstiya wê bi Herêma Kurdistanê nemîne.Rêveberê Giştî yê Gumrika Herêma Kurdistanê Samal Ebdurehman ji Rûdawê re ragihand: “Heta niha Bexda bi fermî û bi nivîskî ji me daxwaz nekiriye çawa deriyên sînorî em birêve bibin, lê heta niha jî em beşeke ji Iraqê ne û ser bi Bexdayê ne, hemû pêwîstiyên sînorî yên navdewletî ku li parêzgehên din ên Iraqê hene, li cem me jî hene. Li gor wan rêkar û yasayan jî kar dikin ku ji Bexdayê derdikevin.”Piştî serîhildana qeyrana birêvebirin û îdarekirina desthilatên navbera Hewlêr û Bexdayê, hikûmeta Iraqê çend carek ragihandiye ku stafa xwe ji bo birêvebirina deriyên sînorî û firokexaneyên Herêma Kurdistanê dê bişîne. Lê belê Samal Ebdurehman dibêje: “Em bi awayekî aşkere nizanin Bexda çi dixwaze û rexne li çi digre. Fermanber û hemû beşên deriyên sînorî ser bi Bexdayê ne, heta niha ti heyet neşandine ji bo çawaniya birêvebirina deriyan.”Rojek piştî encamdana giştpirsiya 25ê Îlonê, Serowezîrê Iraqê Heyder Ebadî 72 saet mohlet dabû rayedarên Herêma Kurdistanê ku îdareya herdû firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê radestî Bexdayê bikin, lê Hewlêr vê daxwazê qebûl nekir, lewma piştî 72 saetan, êvara 29ê Îlona 2017an geştên navdewletî yên herdû firokexaneyan bi biryara Bexdayê rawestiyan.Li gor madeya 28 a yasaya hejmara 148 a sala 1974an a firokevaniya sivîl, firokexane ji aliyê birêvebirin û serperiştî ve divê di bin destê Firokevaniya Sivîl a Iraqê de bin.Wezîrê Veguhestin û Gihandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê bi wekalet Mewlûd Bawemurad ji Rûdawê re ragihand: “Em pabendî vê yasayê ne, lê Bexda bersiva me nedaye, Wezîrê Veguhestinê ya Iraqê dibêje ku ev mijar bi Encumena Wezîran ve girêdayî ye.”
Pêş
01/07/2025
Serok Nêçîrvan Barzani û Balyozê Fransayê rewşa deverê nirxandin
01/07/2025
Li Kerkûkê teqînên bi hêz çêbûn
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Divê mijar ne tenê danîna çekan be!30/06/2025