Kurdistan di 2015ê de pêşwazîya 5 milyon tûrîstan dike
Malpera Gulfnewes raporek li ser warê tûrîzmê li herêma Kurdistanê diweşîne û dinivîse ku heta sala 2015ê herêma Kurdistanê dê bikare pêtir ji 5 milyon tûrîstan pêşwazî bike.
Di sala 2009ê de 800000 tûrîst û di sala 2010ê de 1,3 milyon tûrîstan serdana herêma Kurdistanê kiriye û wezareta şaredarî û tûrîzmê ya hikûmeta herêma Kurdistanê texmîn dike ku heta dawiya îsal 2011ê 2 milyon tûrîst serdana Kurdistanê bikin. Eve di demekê de ye ku hijmara tûrîstan li piraniya welatên Rojhilata Navîn, ji ber sedemêm rewşa xeraba emnî, ber bi kêmbûnê ve diçe.
Sîrwan Şefîq rêvebirê ofîsa ragehandina wezareta şaredarî û tûrîzmê ya hikûmeta Kurdistanê ji Gulfnews re dibêje: Hijmara tûrîstan bo herêma Kurdistanê ber bi zebûnê diçe. Eger bi vî awayî here heta sala 2015ê dê 5 milyon tûrîst serdana Kurdistanê bikin. Ev yek jî ji ber wê yekê ku rewşa emnî û îstîqrara siyasî li herêma Kurdistanê gelek başe.
Gulfnews dinivîse ku herêma Kurdistanê ji sê wîlayetan; Hewlêr a paytext, Silêmanî û Duhok pêk tê. Li Hewlêr û Silêmaniyê balefirgehên navdewletî hene û balefirgeha Duhokê jî di bin çêkirinê deye. Herwesa herêma Kurdistanê çend deriyên sînorî digel Îran û Tirkiyeye hene.
Şefîq di berdewamiya axavtina xwe de ji Gulfnews re dibêje ku yek ji sedemên zîdebûna hijmara tûrîstan bo herêma Kurdistanê agadariyên mediya cîhanî ye. National Geographic û The New York behsa rewşa aram û emniyeta herêma Kurdistanê kirye û weke deverk baş ji bo tûrîstan di sala 2011ê de binav kiriye.
“Eminyet, dîrok û bixêrhatinkirneke gerim li kojyekê bi îstîqrar yê Îraqê” ev pevebûn ku rojnameya The New York Times bikaranîn dema di nava welatên navdarên tûrîstî de herêma Kurdistanê bi rêza 34 rêzkirî heta di ser Miami re bû ku ew li rêza 41ê bû di sal 2011ê de.
Nûçe bi îngilîzî:
http://gulfnews.com/business/tourism/iraq-s-kurdistan-region-targets-5m-tourists-by-2015-1.862303