Polîtîk
Kurdistan ber bi serbixweyîya aborî difikire
Pesindkirina budceyê sala 2013ê a hikûmeta İraqa federal, bê beşdarîkirina parlamenterên kurd, ji aliyê parlamentoya İraqê ve, pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê kûrtir kirin û yekêtiya axa İraqê xiste jêr pirsiyarê.
Li gor herêma Kurdistanê, pesindkirina budceya İraqê bi vî şiklê heye û bê liberçavgirtina pêşniyar û daxwazên kurdan dê hikûmeta herêma Kurdistanê neçar bike ber bi serbixweyîya aborî bifikire.
Ji sala 2003ê were, her sal budceya İraqê bi lihevhatin û tewafiq di navebera hemû pêkhatên îraqî de û libeçavgirtina pêşniyar û daxwazên hemû kutleyan hatiye pesindkirin, lê îsal ev cara yeken bû budeceya hikûmeta İraqê bi dengên piranî û bê lihevhatin û tewafiqa niştimanê hat qebûl kirin.