Civak

Kurdistan ber bi jiyaneke baştir ve gavan tavêje

Hemû gotara Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê di merasima xelatkirina xwendekaran de :

Mêvanên birêz

Malbatên xwendekarên xweştivî û yekemînên Kurdistanê

Bi xêr bên bo vê merasima giring ku, tê de em dixwaz in rêz li  xebat û serkeftina himarek ji xwendekarên Kurdistanê bigirin ku, îro ew xwendekar bi şanazî ve di Kurdistanê de yekemîn in. Em hemû ji dil bi serketina wan dilxsweş in, çunkî di warekî de wan serketin bi dest xistiye hemû pêşketinên welêt bi wî warî dest pê dikin û ew jî warê perwerde û xwendinê ye.

Bi navê we yên amade û bi mavê hikûmeta herêma Kurdistanê, pîrozbahiyê li 44 xwendekarên yekemîn yên qonxa lîseyê li Kurdistanê dikim ku, pileya yekemîn, duyemîn û sêyemîn li ser astê herêma Kurdistanê bi dest xistiye. Herwesa pir ji dil pîrozbahiyê li wê keça xwendekar dikim ku, li ser astê Îraqê bûye yekemîn, ew jî xweştiviyeke me ye, keça bajarê xweşitviyê Xaneqînê ye, ji hemû dilê xwe pîrozbahiyê li wê dikim.

We pîroz be û bi rastî jî cîyê şanaziyê ye, em şanaziyê bi serketina we dikin. Divê ew serketin ji bo qonaxên din yên jiyanî palderek be, di qonaxên din yên xwendinê de, ka çawa îro serketîne, bi hema awayî di paşerojê jî de di qonaxên din jî de  serketî bin.

Li vir, ez pêwîstî dizanim sipsiya kar û xebatên rêvebir û mamosteyên xwendingehan bikim ku, ew jî di serketina van xwendekaran de yê îro em li vir ji bo wam merasimê saz dikin û cejina serkatina wan dikin, hev beş in. Gelek sipasiya malbatên xwendekaran dikim ku, bi alîkariya wan di vê rewşê de di xwendina xwe de serketin, pir ji dil sipasiay wan malbatan dikim.

Birêzan

Hikûmeta herêma Kurdistanê, di warê perwerde û xwendinê de ji bo pêşketina civakê,  xwedî stratîjîyeke domdirêj e, di vê çaçroveyê jî de ev çend salin bi berdewamî ji bo pêşxistina warê perwerde û xwendinê di hemû ast û qonaxan de bê navbir kar û xebat kiriye.

Hişiyariya civakî, pêşketina êkonomî, îdareyeke baş û sisyaset û hikûmdariyeke serketî li welêt, ev hemû bi pêşketina warê perwerde û xwedinê ve girêdayî ne. Me, li hikûmeta herêma Kurdistanê, ev rastiye bi timamî li ber çavan danaye, her ji ber vê yekê jî bi tu awayê û di tu rewşekê de giringiya warê perwerdeyê nehatiye jibîr kirin.

 

Di çarçoveya stratejîya me ya di warê pewerdeyê de, li Kurdistanê giringiyeke gelek mezin bi warê binyatdanana înfrastruktura perwerdeyê dide. Hikûmeta herêma Kurdistanê, beşek ji dahatiniyê neftê, di çend salên borî de, ji bo dirustkirina xwendingeh, dibistan û avahiyên nû ji bo zanîngeh û nûjenkirin û dabînkirina pêdawîstiyên xwendinê, berdest kiriye, vê yekê jî tesîreke gelek baş li ser warê perwerde û xandinê li Kurdistanê hebû.

Lê divê wê yekê jî bêjîn ku, hêşta kêmasî û gelek pêdawîstî di warê perwerde û xwendinê de hene, lê kar û xebatên hikûmeta herêma Kurdistanê jî di vî warî de berdewamin û li pêşerojê jî berdewam dibin.

Di rêvebirina hikûmetê de hetim du armanc di hizra min de ne û di hemû piroje û pêngavan de hisab ji bo wan armanca tê kirin, ew her du armanc jî, warê xwendin û tenduristîyê ye. Hemû armanca me eve ku, Kurdistan di warê perwerde û xwendinê de û di  warê tendirustiyê de  timam pêşketî be, çunkî bi pêşketina wan waran, em dibin xwediyê civakek pêşketî, û bi wê rê em paşeroj û kurdistaneke pêşketî ji bo nifşê nû dabîn dikin.

Di vê çarçoveyê de daxwazê ji sermayedaran û berhemîneran dikim ku, li Kurdistanê, di warê xwendin, avakirina kolêj, zanîngeh û xwendingehên pêşketî û ast bilind de sermayeyê xwe birazîn in. Herwesa di warê avakiirna xwendingehan li taxên milî û gundên Kurdistanê de hevkariya hikûmetê jî bikin. Li kamapêm penaberan de bi hema awayî di vê qonaxê de hevkariya xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê bikin, bi taybetî ku, niha hikûmeta îraqê budce û miaşê xelkê herêma Kurdistanê qut kiriye û hikûmeta herêma Kurdistanê xistiye jêr barekî giran.  Herwesa ji ber wê hijmara zêdeya penaberan, ji kurdên Suriyê, yên wîlayeta Mûsilê, Diyala, Enbar û bajarên din yên Îraqê ber bi herêma Kurdistanê hatine, wezîfeya hikûmeta herêma Kurdistanê di hemû waran de gekel giran bûye , bi taybetî di warê xwendin û perwerdeyê de.

Amadebûyên birêz

Xelkê xweştiviyê Kurdistanê

Her weke hûn hemû agadarin, Îraq di rewşeke gelek aloz de derbas dibe, ew alozbûn û têkçûna rewşa Îraqê ji encamê siysetên desthilatdarên Îraqê ye ku, tewafiqa navbera pêkhateyên Îraqê têk da û destûra Îraqê bin pê kir ku, ew destûr esasê bingeha pirosesa siyaisya Îraqê bû. Mixabin, ne serokwezîrê Îraqê û ne hevpeymanên Îraqê  guh neda agadarî û hişdariyên aliyên kurdî li ser metirsiya dirêjedana bi zêdegaviyan, ji encamê wê guhnedanê jî ev kuştin û têkçûn ku îro bi ser gelê Îraqê de hatiye, çêbû.

Herwesa, ji encamê rewşa, şikestin û paşdevekişîna sopayê Îraqê, hêzên pêşmerge  çûn gelek ji wan deverên kurdistaniyên wîlayeta Mûsil, Kerkûk û Diyalayê parastin. Cîyê serbilindiyê ye ku, niha xelkê wan deveran û pêkhateyên wan deveran, kurd, ereb, tirkman û mesîhî gelek ji teamil û parastina pêşmerge razî ne. Her li vir bi navê we jî silav û rêzên taybet bo wan qehremaman dinêrîn ku, îro bi şev û roj li hemû eniyên şer, ew, ser û malê hemû hevwelatiyan bê cudahî diparêz in.

Soza pêşmerge û serokatiya Kurdistanê jî eve; tu cudahiyê di navbera pêkhateyên gelê Kurdistanê de neke û bi a me hemû wek hev di vî welatî de hevbeş in û bi hemû awayî taybetmendiya her yek ji wan deveran dê li ber çavan bê girtin. Herwesa hemû aliyên kurdistanî jî îro li ser wê yekê ku, xelkê wan deveran naxine ber metirsiyên grûpên çekdarên terorsît û weke deverên din yên Kurdistana me ew dever bên parastin, yekdeng in.

Çûna pêşmerge bo wan deveran ji bo dagîrkirinê nebû, hikûmeta herêma Kurdistanê û pêşmergeyên qehreman bi hemû îmkanên xwe dê wan deveran ji teror û terorîstan biparêzin û di vî warî de xemsariyê nakin.

Hikûmeta herêma Kurdistanê hemû xelkê Kurdistanê dilrehet dike ku, zehmetkêşana wan dom nake û texîrbûna miaşê karmendan jî berdewam nabe û dê bê çareser kirin û xelkê Kurdistanê jî dê ber bi jiyaneke xweş û baştir pêngavan pavêj e. Sipasiya wan hemû birêzan dikim ku, ez dizanim rewşa jiyana wan giran e, lê wan xwe ragirt û li hember zixtên hikûmeta Îraqê, birîma miaş û budceya Kurdistanê, serê xwe ne tewand. Me pilan heye bi zûtirîn dem ev pirs bê çareser kirin.

Pêştir jî wezîrê êkonomî behis kir bû û min bi xwe jî behis kiriye ku, ez dixwaz im we dilrehet bikim ku, li herêma Kurdistanê miaşê tu kesan jinav naçe, em li hember xelkê Kurdistanê pabend in û dê miaşê hemûyan bê dan. Lê texîrbûn heye, pirsgirêk heye û me tu wextan pêşbîniya wê yekê nedikir ku,  em li welatekî dijîn û serokwezîrê welêt bi biryara yekesî miaşê herêma Kurdistanê bibire.

Ez sipasiya xweragiriya xelkê Kurdistanê dikim, çunkî wisa dihat pêşbînî kirin miaşê wan bê birîn, hevwelatiyên Kurdistanê teslîm dibin, we xwe ragirt û em bixweragiriya we serbilind in.  sipasiya weragiriya we dikin û em we dilrehet dikin ku, ev pirsgirêk çareser dibe.

Xwendekarên xweşitvî

Hûn beşdar in di qonaxeke dîrokî û nazik di dîroka gelê Kurdistanê de, hûn beşdar in di bidestveanîna wê xewina bav û kalên me serê xwe li ser danî û xewin pêve didît. Hûn dê bibin zana, serkirde û xebatkarên sibê. Li paşerojê hûn dê vî welatî birêve bibin û dê wisa bikin gelê Kurdistanê serferaziya xwe biparêze. Hêviya me û hêviya nifşê pêş me jî li ser we ye. Hêviya min ew ku, hûn yên xweştivî û azîz li asta wê hêviyê bin ku, gelê Kurdistanê li ser we danaye.

Hêvîdar im gelek giringiyê bi xwendinê bidin, di warê xwendina bala de gelek giringiyê bi warê teknîkî û wan zanistan bidin yên ku bo vê qonaxa Kurdistanê gelek pêwîst in û Kurdistanê pêwîstî pê heye, hikûmeta herêma Kurdistanê jî, ji bona di vê pirosesê de serbikevin, dê bi timamî bi we re be.

Derfetên baş bo xandinê û serketinê li pêşiya we hene, ew rewşa ji bo li Kurdistanê hatiye holê,  ji bo nifşê beriya we ew mecal nebû, qedrê vê rewşê bizan in û sud ji vê rewşê werbigirin û bi awayekî gelek serketî beşdariyê di pêşxistina welêt  û civaka Kurdistanê de bikin.

Wezareta perwerdeyê, bi taybetî giringiyeke ber bi çav bi warê xwendina pîşeyî dide daku, xwendekar fêrî pîşeyên cihê bibin û gêncên welêt wan hemû kar û pîşeyan fêr bin yên ku, xizmeta Kurdistan û avadankirin û pêşxistina welêr dikin. Ev yek ji bo îroj û ji bo paşeroja Kurdistanê gelek giring e û divê hemû alî gelek giringiyê pê bidin û teşwîqa xwendekaran bê kiri daku, di warê pîşeyî de bixwîn in.

Careke din gelek ji dil yek bi yek we pîroz dikim û ez kêfxweş im ku, we pileya yekemîn, duyemîn û sêyemîn li ser astê herêma Kurdistanê bi dest xistiye, herwesa yên ku, pileya yekemîn li Îraqê bi dest xistine zîdetir keç in ji kuran. Ev yek jî cîyê dilxweşiyê ye, ez gelek bi wê yekê kêfxweş bûm ku, min dît, tevî lêbihurînê,  keç ji kuran serketîtir in, bê guman kurên me  jî gelek zîrek in.

Hêvîdar im di hemû qonaxan de serketî bin û hest bi hindê bikin barê ser milên we giran e. Hûn paşeroja gel in, hûn paşeroja vî welaî ne, Kurdistan di qonaxeke gelek nazik de derbas dibe û bêguman, bi hevkariya we, bi dilsoziya we, bi kar û xebatên we, ev gel dikare bigehe qonaxeke pêşketî

Careke din pêrozbahiyê li we dikim û hertim serketî bin

Gelek sipas

 

Back to top button