Polîtîk

Kurdên Kazakîstanê piştgiriya Barzanî dikin

Rojeva Kurd: Li Kazakîstanê helmeteke komkirina îmzayan de piştgiriya Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê dikin û daxwaz ji Mesûd Barzanî dikin ku careke din ji bo Serokatiya Kurdistanê li hilbijartinan de xwe wekî berbijêrê Serokayetiya Herêma Kurdistanê destnîşan bike.

Mihemed Ehmed Barazî Serokê Komeleya Dostayetiya Kurdistan û Kazakîstanê (Hêvî) li peywendiyeke telefonî de bi taybet ji bo Rojevakurd ragihand ku wan ji bo piştgirîkirina Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê helmeteke îmza komkirinê daye destpêkirin û her wiha da zanîn ku Kurdên Kazakîstanê dixwazin li vê pêvajoya hestiyar de careke din Mesûd Barzanî bibe Serokê Kurdistanê.  

Her wiha Barazî got: Me wekû Kurdên Kazakîstanê bi awayeke dilxwazî ji bo mayîna Serok Mesûd Barzanî ya wekî Serokê Herêma Kurdistanê vê helmeta îmza komkirinê destpêkiriye. Helbet em di serî de ji birêz Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê dixwazin ku li hilbijartinan de bibe namzet an ku kandîdê Serokayetiyê û paşê jî em ji xelkê Kurdistanê bawerin ku dê dîsa li hilbijartinan de birêz Mesûd Barzanî wekî Serokê Kurdistanê hilbijêrin.

Back to top button