Nûnerên Kurdên diyaspora yên li Rûsyayê bi hev re dixebitin û hewl didin ku komele û rêxistinên Kurdistanî di bin sîwana federasyonê de bicivînin.
Li gor hatiye ragihandin, civîn nûnerên Kurdên diyasporayê li bajarê Stavropolê hat lidarxistin.
Nûnerên Kurdên diyaspora yên Yekîtîya Sovyeta berê, Serokê Komeleya Êzîdîyên Herêma Kubanê û Alîkarê Wezîrê Karên Neteweyî yê herêmê beşdar bûne.
Di civînê de hatiye destnîşankirin ku komele û rêxistinên Kurdistanî dixwazin li herêmên başûrê Rûsyayê ji bo paraztina ziman û nasnameya xwe xebatên hevpar bimeşînin.