Polîtîk
Kurd li ser Rojavayê Kurdistanê li hevkirin
ENKS û PYD piştî çendîn civînan li rûyê siyasî ve li hevkirin û biryare li rojên pêş de guftûgoyê di derbarê pirsa serbazî û îdarî ve bikin.
Çavkaniyeke taybet ragihand: “Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriye (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hevdîtin û civînên wan yên raste rast bi serpereştiya Amerîkiyan berdewame, li rûyê siyasî ve li hevkirine û hîç kêşeyek li navbera wan de nemaye”.
Li gor zanyariyan her dû partî li ser paşaroja Rojavayê Kurdistanê, helwesta Hikumet û rikebaran, peywendiyên li gel welatên cîran û çendîn pirsên dinên çarenivîssaz de li hevkirine.
Civînên wan ev demek bûn berdewambûn û ji aliyê Amerîka ve serperiştiya wan civînan dihate kirin û Fransa jî piştgîriya wê projeya Amerîkayê dike.