Kurd dixwazin kursiyekî wan li NY’ê hebe
Endamê Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd Xefur Mexmûrî ragehand ku di raportên komisyonan de tê xwestin Kongreya Neteweyî daxwaza kursiyekî ji Neteweyên Yekbûyî (NY) bike.
Di vê derbarê de Xefur Mexmûrî wiha axifî: ‘’Di raporta Komîsyona Prensîbên Hevbeş de ku ji Kongreya Neteweyî ya Kurd re hatiye şandin, tê xwestin ku Kongreya Neteweyî ya Kurd hewl bide bo gelê Kurd kursiyekî li Neteweyên Yekbûyî bidest bixe.
Xefur Mexmûrî derbarê vê mijarê de ji NRT re axifî û got: ‘’Kongreya Neteweyî ya Kurd dibe saziyeke taybet û dê nûnertiya gelê Kurd bike. Lewra dikare daxwaza endambûnê ji Neteweyên Yekbûyî bike, ev rêxistin jî girîngtirîn rêxistine ku daxwaza endambûnê jê bê kirin.’’
Yekemîn Kongreya Neteweyî ya Kurd piştî du car paşxistin, biryar e di 25’ê meha 11 ya îsal de li bajarê Hewlêrê birêve biçe. Lê gelek gotegot hene ku dibe kongre her neyê lidarxistin. Pirsgirêk jî nakokiyên di navbera aliyên Kurdî de ne.