Polîtîk

Kurd di bin zextek du alî de ne

Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDAPAR) Zekeriya Yapicioglu di bernameyek televizyonê de behsa hilbijartina û helwesta AKPê kir.Serokê HÛDA-PARê da xûyakirin ku, gelek kurd dengên xwe didin AKPê. Lê piştî AKPê li gel MHPê eniyek hilbijartina ava kir kurda hinekî xwe dane aliyekî.Yapicioglu dibêje: Kurd ji daxûyanî û zimanê îro yê AKP kar tîne acizin û ev sedemeke kurd ji AKPê bê hêvî dibin, dilê wan dişke.Serokê HUDA-PARê da xûyakirin ku zehmete  hevalbendiya AKP û MHPê bikaribe ji % 50 denga bi destve bêxe.Yapicioglu got: Gelê kurd piştevaniya AKPê dike, lê zimanê AKPê wek yê MHPê bibe kurd dengê xwe nadin hevalbendiya AKPê û MHPê.Yapicioglu da xûyakirin ku, piraniya kurdan di bin zextek du ali de ne. Ji bo vê yekê jî bê deng dimînin. Ev dibe sedemek ku kurd nikarin bi zelalî dîtinên xwe eşkere bikin.

Back to top button