Cîhan

Kurd defekto dibin dewlet

Dîplomatê mezin ê Amerîka John Bolton û dîplomat û Wezîrê berê yê Derve yê Brîtanya William Hague daxwaza hilweşandina sînorê Rojhilata Navîn dikin.John Bolton di îdareya herdu serokên Amerîka Bush de, yek ji berpirsên mezin bû di Koşka Spî de û rasterast di biryarên siyasî yên derve di beşdar dibû.Bolton di nivîseke xwe de dibêje: “Bo jinavbirina DAIŞê dewleteke sunî ava bikin. Ya rastî, herdu welatên Iraq û Sûriyê nemane, lê jinavbirina DAIŞê tê wateya ku rewş herdu welatan vegere mîna berê, ku ev  jî di berjewendiya Îranê de ye, ji ber Hikûmeta Tehranê herdu welatan wisa kontrol dike, lewma pêwîst e dewleta sunî bê avakirin da ku rê li pêşiya Îranê bê girtin.”Derbarê kurdan de jî, John Bolton ragihand: “Kurd niha bihêz in û ew navçeyên ku kontrol kirine, ne ji bo milîsên şîe û ne jî bo çekdarên Beşar Esed vala nakin, lewma kurd dê defekto bibin dewlet.”Ji aliyê xwe ve, Dîplomatê mezin ê brîtanî William Hague ragihand ku, dema nemana “Sykes Picot” û nûxêzkirina sînorên welatan, hatiye.Wezîrê berê yê Derve yê Brîtanya William Hague di gotarekê de nivîsandiye: “Bila welatên rojava bihevre û bi hemû hêza xwe rûbirûyê metirsiya DAIŞê bibin û bi ti awayî ji şandina hêzê bo wî şerî li Iraq û Sûriê venekişin.”Hague dibêje: “Şeriyeta welatên rojava li Neteweyên Yekbûyî heye ku hemû karî bikin li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê. Bo jinavbirina DAIŞê pêdvî bi hêzeke bejayî bihêz heye, lewma pêwîst e Brîtanya yan her welatekî din hêza xwe bişîne wî şerî.”Wî dîplomatê brîtanî behsa pilanên siyasî jî dike û dinivîsîne: “Ligel rûbirûbûna leşkerî, divê pilanekî siyasî jî bo navçeyê hebe, eger bi hilweşandina peymana Sykes Picot jî be.”Wezîrê berê yê Derve yê Brîtanya wiha got: “Divê Brîtanya û welatên rojava berê xwe bidin çend çareseriyên siyasî nû bo Iraq û Sûriyê. Ji ber ku beriya 100 salî jî (1916) sînorê wan herdu welatan ji aliyê dîplomatên Brîtanya û Fransa ve hatibûn xêzkirin û gerek niha ew sînor bên guhertin.”William Hague wiha domand: “Eger berpirsên Iraq û Sûriyê nikarin hemû pêkhateyên welatê xwe lixwe bigirin û bihevre bijîn, baştirîn çareserî ew e ku civaka navdewletî bi xwe wan herdu welatan dabeş bike.”Ew dîplomatê brîtanî bo perçekirina Iraqê kurdan wek mînak tîne û dibêje, ew karê xwe bi awayekî serkeftî birêve dibin.Hague gotara xwe wiha qedand: “Perçekirina wan herdu welatan xeternak e, lê perçekirina wan pir baştir e.”Tevî ku ew herdu dîplomat ne di cihê biryarê de ne, lê belê nêrîna wan bandorî li ser nêrîna Amerîka û Brîtanya dike.Rudaw
Back to top button