Polîtîk
Kulîlkên Berfînê ji bo dermanê bikartînin
Li bajaroka Eleşkirta bajarê Agirî hemwelatî kulîlkên Berfînê ji bo dermanê bikartînin.
Hemwelatî didin zanîn ku her sal piştî ku berfa li çiya dihele, kulîlkên Berfînê jî derdikevin û ew jî ji bo komkirina kulîlkan dest bi xebatê dikin.
Hemwelatiyên ku kulîlkan kom dikin, li wê baweriyê da ne ku ev kulîlk û nebat ji bo gelek nexweşiyan dermane. Her wiha tê gotin ku tameke xweş ya van kulîlkan heye û bi taybetî ji bo nexweşiyên sedef, egzama û romatizma dermane.