"Kosret Resûl her binav cîgirê sekreterê YNKê ye"
Nehro Seîd Sofî endamê serkirdayetiya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) yek ji wan kadiroyên YNKê ye yên ku berî du rojan îstîfa ji YNK kirî ye.
Nehro di hevpeyvêneke xwe de digel rojnameya Haweletî behsa sedemên îsîtfakirina xwe û hevalên xwe ji YNKê dike û dibêje ku YNKê ji rêbaza xwe derketiye û needalatî di nav YNKê de berfireh bûye û ev yek jî bûye sedemê lawazbûna YNKê.
Nehro Sofî di hevpeyvîna xwe ya digel Hawelatî de behsa rola Kosret Resûl cîgirê sekreterê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê di nav YNKê de dike û dibêje ku Kosret Resûl nikare tu pirsgirêkan di nav YNKê de çareser bike û cîyê wî di nav YNKê de lawaz bûye û ”Dibe ku ew her binav cîgirê sekreterê YNKê be.”
Weke tê zanîn roja yekşemiya borî her yek ji Burhan Seîd Sofî, Nehro seîd Sofî, parlamenterê berê Telet Xidir, Qasim Ezîz serokê lîsteya YNKê li civata wîlayeta Hewlêrê, Weysî berprisê zêrevanên taybet yên Kosret Resûl, Hacî Mesîfî berprisê saziya mînhilgirtinê li Kurdistanê û digel hijmareke kadiro û endamên YNKê ku piraniya wan ji Hewlêrê ne, nameyên îstîfayê ji rêzên YNKê pêşkeşî Celal Talebanî û serokatiya YNKê kirin.